Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezaretên karûbarên derve yên Rûsya, Sûriyê û Çînê têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê yê Supay Pasdaran, Qasim Suleymaniyî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî, Ebû Mehdî El Muhendis daxuyanî dane û helwesta xwe eşkere kirine.
Bixwîne - Qasim Suleymanîyê serbazê Îranî hatiye kuştin
Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdaran Qasim Suleymaniyî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendis daxuyaniyek daye. Rûsyayê peyama sersaxiyê daye Îranê û wiha gotiye: "Kuştina General Qasim Suleymaniyî, wê li tevahiya herêmê bibe sedema aloziyan. Ji ber ku Silêmaniyî bi dilsozane xizmeta dosya parastina berjewendiyên niştîmanî yên Îranê dikir."
Sûriye
Wezareta Karûbarên Derve ya Sûriyê jî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî El Muhendis şermezar kir û weke "şehîd" bi nav kiriye. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyeyê de wiha hatiye gotin: "Ev gava ku Amerîkayê avêtiye, ji bo herêmê û tinekirina aramiya li Iraqê pêngaveke metirsîdare."
Çîn
Berdevkê Karûbarên Derve yê Çînê Geng Shuang jî derbarê kuştina Suleymaniyî de banga îtîdaliyê li Amerîkayê kiriye û gotiye: “Rêveberiya Pekînê her tim di têkiliyên navdewletî de li dijî bikaranîna hêzê derketiye. Di serî de em bang li Amerîka û hemû aliyan dikin ku bi îditalî tevbigerin. Lazime li Rojhilata Navîn aştî û aramî were parastin."
Iraq
Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê di êrîşa Amerîkayê da kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û Ebu Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê wekî îxlalkirina desthilatdariya welêt nirxand û îdia kir ku êrîşê "agirê şerekî mezin ê li Iraq û herêmê dada".
Ebdilmehdî daxuyaniya nivîskî weşand û bi destê rêveberiya Amerîkayê kuştina Silêmanî, Mihendis û rayedarên din şermezar kir.
Wezîra Fransa ya Peywendîyên Ewrûpayê Amelie de Montchalin ji radyoya RTL re axivî û got "îro dema em rabûn me çavê xwe li cîhanek bi xetertir vekir."
Wê daxuyakirin jibo tansiyona li deverê kêm bibe divê hewildan zêde bibin. (AS/FD)
Çavkanî: MA, AA, Dengê Amerîkayê