Fotograf: Evrensel
21ê Sibatê li dinyayê wekî Roja Zimanê Dayikê tê pîrozkirin. UNESCOyê di roja 17ê Sermaweza 1999an biryar girtiye ku 21ê Reşemiyê bibe Roja Zimanê Dayikê.
Ji bo vê rojê hin bername û çalakî tên pêkanîn. Hin çalakiyên ku wê pêk wer in ev in:
Amed
Li Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê li ser mijarê dê panelekê li dar bixe. Şêxo Filîk dê moderatoriya panelê bike û wê Mehmet Emin Aktar li ser "Hiqûqa navneteweyî û astengiyên li ber parastina bi zimanê dayikê", Nadîre Guntaş Aldatmaz li ser "Peyniya Polîtîkaya Ziwanan de Halê Kirmanckî (zazakî)" û Selîm Temo jî li ser "Kurdî: Ji do ber bi sibê ve" biaxive.
Panel 23yê Sibatê saet 10.30 deqîqeyan de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçiyî ya Baroya Amedê wê li dar dikeve.
Êlih
Li Êlihê li Navenda Çanda Ahmet Guneştekînî ya Şaredariya Êlihê wê 20ê Sibatê şanoya "Zargotin Zêrgotin e" bê lîstin. Çetoyê Zêdo nivîsiye şanogerên Teatra Mencelê lîstikê dilîzin. Nazmî Karaman derhêner e û Perînaz Delazy, Ferhat Aslan, Halil Karakoyun, Fatma Şelem, Dilvîn Abî û Bêrîvan Budakbeyoglu di lîstike de cih digirin. Lîstik wê saet di 19.30 deqîqeyan de dest pê bike.
Li heman navendê roja 21ê Sibatê bi moderatoriya Herdem Merwanî wê panelek bi beşdariya Mehmet Şahin, Dîlan Aydin û Cemîl Guneşî li dar bikeve.
Stenbol
Li Stenbolê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Mezopotamya Sînema bi hev re çalakiya "Jiyan bi zimanê dayikê xweş e" wê li dar bixin. Bername wê 21ê Sibatê saet 19'an de wê li dar bikeve. Di çarçoveya bernameyê de wê belgefîlmê Ardîn Dîren ê bi navê "Her mal dibistanek" bê nîşandan.
Bernameyeke din a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wê li ser navê "Aktivîzma zimanî li ba kurdan" panelek pêk were. Di panelê de Remziye Alparslan wê moderatoriya bike û Miraz Ronî, Samî Tan û Zana Farqînî jî wê biaxivin. Panel êvara 22ê Sibatê saet 19.00an de li Odeya Tabîban a Stenbolê wê li dar dikeve.
Îzmîr
Li Îzmîrê bi sernavê "Çima kurdên bakurî bi zimanê xwe napeyivin" wê panelek li dar bikeve. Janya Acar dê moderatoriya panelê bike bike û Mustafa Borak û Nuri Sinir dê biaxivin. Panel roja 22ê Sibatê saet 15.00an li Salona Ege ya Tepekule Kongre Merkeziyê wê li dar bikeve. (FD)
* Çavkanî: Diyarname