Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Sîncanê tê dadkirin.
Demirtaş bi sûcên “avakirin û birêvebirina rêxistineka terorî”,”propagandaya ji bo rêxistinê” û “pesindana sûc û sûcdaran” tê sûcdarkirin.
Dadkirina Demirtaşî didome, li gor Ajansa Mezopotamyayê û Navenda Çapemeniyê ya HDPyê Demirtaşî di beşa yekem ya parastina xwe de ev gotin gotine:
Kapîtalîzm û çepgirî
“Ez kapîtîlazmê naparêzim. Ez tevahiya jiyana xwe de çepgir bûm û aboriya çep jî diparêzim. Lê min dizanibû welatek wek mîna Tirkiyeyê nikare vê kapîtîlazmê hilde û dê krîz pêk were. Min derdê xwe ne anî ziman, ji ber ku min yek mitîngê pêk neanî. Ez derkenetim yek kanaelekê. Ez AKP’ê û Erdogan dijminê welat nabînim, lê fêm nakin. Ne de ferqa talûkeyê de en.
“Tirkiye neçar bû dîroksiyonê xwe bizivirîne ser darazek serbixwe. Her çiqas Erdogan qezenc kir jî lê divê daraz li ser xeta demokratîk bûya. Lê bes daraz bi biryarên girt ve ji bo yek zilam bi ser bikeve alî girt. Li dijî min alî girt. Darazê ji namzedek serokomariyê re got ‘Tu ne namzetê me yî. Tu yê li hundir bimînî. Çimkî dibe ku ti kampanyeyek bi bandor birêve bibî û li pêşiya serkeftina Erdogan bibî asteng.’
“Heman darazê dê serlêdana min a takekesî lêkolîn bike û di der barê min de biryar bide. Ev daraz darazek ku namzetek serokomariyê tahliye nake ye. Dê ji niha şûn ve di der barê min de çawa biryarek adilane bide. Ne pêkaniya vê ez ê vebêjim. Mesele ne ez im, ku şexsê xwe rizgar bikim. Min welatê bindestan Tirkiyeyê û siberoja demokratîk parast. Qey tu yê bêjî krîza aborî bi zemgîlê ket. Na, krîza aborî bang dikir û digot ‘va ez têm.’
“Em ne di heman keştiyê de bûn”
“Niha jî dibêje ‘em di heman keştiyê de ne.’ Ez jî namzet bûm lê em ne di heman keştiyê de bûn. Ez nakevim keştiya talanger û yên Tirkiyeyê dişêlînin. Em ne di heman keştiyê de ne. Piraniya Tirkiyeyê di heman keştiyê de ye û niha dixwazin vê keştiyê têk bibin. Aliyê din di keştiya luks de ye û ew dê nekevin çiravê. Em nikarin bi yên krîzê derxistin re di heman keştiyê de cih bigirin. Em li aliyê bindest ên Tirkiyeyê ne û di keştiya wan de ne.
“Min wek namzetê serokomariyê dikaribû van vegota. Heke min dikaribûya van vegota, dê encama hilbijartina serokomariyê ne wiha bûya. Encama van hilbijartinan manîpulatîf e û di çend hilbijartinên dawî de YSK karên bi guman dike. Ez vê hilbijartinê rewa nabînim û ez ê nebinim. Wê civak jî rewa nebîne. Heke ez li derve bûma ez angaşt dikim ku min ê ji sedî 20 deng bigirta. Min ê ji bo parastina dengan jî xebat birêve bibira. Min dikaribû partiya xwe hin bêtir baştir amade bikira. Hevalên me bi kedek mezin xebitîn û ez wan pîroz dikim. Tevî hemû astengî û êrîşan HDP di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xist. Bi berxwedana gelê me û hêza HDP’ê ew krîz hat vekirin. Ez li derve bûma dê encam cuda bûya.
“Têkçûna aborî bi lez bûye û ne pêkan e bê sererastkirin. Rizgariya ji vê yekê demokrasiye û modelek nû ye avakirinê ye. Çareserî û aştiya pirsgirêka kurd e. Dermanê şer û tundiyê çareseriye. Reforma darazê divê pêk bê. Divê dadger bên berdan. Medya azad bibe. Rojnameger bên berdan. Heke wisa bibe dê aboriya welat rast bibe. Heke wisa nebe berevajiyê vê yekê dê aborî têk biçe û dê her kes berdêlê vê yekê bide. Hûnê jî berdêlê vê yekê bidin birêz Serok. Em ê jî berdêla vê yekê bidin. Berpirsê vê yekê biryarên darazê ne.
“Di serdema hilbijartinê de bi awayekî alenî mudaxeleyî dosyeya min hat kirin. Ez ê yek bi yek bixwînim û dixwazin derbasî girtekên SEGBÎS’ê bibin. Li dijî xala 138 a makeqanûna me û xala 18’emîn a PMME mudaxele hat kirin. We van tiştan bihîst û hûn jî dengdêrin li vî welatî. Hûn jî parçeyek îradeya milî ne. Çawa dest pê kir ez bibêjim. Me serî li dadgeha we da. Dadgeha we serlêdanê û bedana min red kir. Parêzerên min veguhezandin AYM’ê. AYM dosyeyê bi lez girt dest û wê biryar bidana. Bêguman ev hat bihîstin. Ez jî agahdar bim her kes jê agahdar e û bi lez û bez mudaxeleyî vê hat kirin. Dîroka li dijî min kampanya hat destpêkirin û dîroka ku AYM’ê dosyeya min şand raportöre heman dîrok e. Wiha dest pê kir. 9’ê gulan 2018… Ez namzetê serokomariyê me. Biryara dewama girtina min dane û Erdogan kapmanyaya xwe da destpêkirin. Bahçelî jî daxuyanî da. Bahçelî di 12’ê gulanê de twîtek wiha parve kir: ‘Wisa ye ji bo Demîrtaş bê berdan, hewldanek tê dîtin. Dibêjin ku wê Demîrtaş bê berdan û ev yek xeletî ye.’
“Dadgerê herî mezin”
“Erdogan di 10’ê hezîranê de li Kocaeliyê daxuyaniya darvekirina min dide. Jixwe ew bi çavê dadgerê herî mezin li xwe dinêre. Yê ku vê zemînê pêşkêşî wî kir dadgeha we ye. Lê yê ku ehliyeta wî hebû ez im ez. Yê min dîpolomaya min zanîngehê heye. Min 4 sal hiqûq xwend. Yê vî begefendiyî hevalek wî zanîngehê jî nîne û çimkî ehliyeta wî nîne.
“Mesûmiya darazê, karîneya mesûmiyetê… Min dev ji van hemûyan berda, lê meriv henik merd dibe. We dest û piyê mirovekî girêdaye û avêtiye hundir. Hûn radibin der barê însanek de wiha dibêjin. Ev merdbûn e gelo? Divê dijminê mirov merd be. Lê van bi namerdî kir. Heke ez li dervebûma min ê bersiva van bida. Min ji Davutoglu bipirsin. Ew min baş nas dike. Dema ew derdiketin meydanan û ba dibûn û gûr dibûn, ez baş dizanim di her seferê de dixwestin li gel me bin. Ew baş dizanin. Hûn ji vê yekê re bûn asteng.”
(BK/MB)