Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Qibrisa Bakûr, duh hilbijartina serokkomariyê pêkhatiye û her wiha ji bo zêdekirina hijmara dadrêsên dadgehên bilind jî referandûmek çêkiriye.
Dengdayîn di seat 18:00an de temam bûye û pişt re hijmartina dengan destpêkiriye.
Radyo Televîzyona Radyo a Bayrakê (BRT), daneyên nefermî yên Saziya Hilbijartinê a Bilind (YSK) ragihandiye. Li gor BRTê hijmartina dengan piştî saet 18:00an detspê kiriye û ji sedî 98,64 sindoq vebûne.
Ersîn Tatarî li pêş bûye
Li gor vê yekê ti namzetan li ser sedî 50î deng nestendiye. Bi rêjeya sedî 32,45an Ersîn Tatar bûye yekemîn û bi rêjeya sedî 29,76an Mustafa Akinci bûye duyemîn. Ersîn Tatar û Mustafa Akinciyî ji bo tûra duyan a di 18ê Cotmehê de ye dîsa bikevine hilbijartina serokkomariyê.
Di hilbijartina serokkomariyê ya Qibrisa Bakûr de 7ê wan serbixwe 11 namzet ketine hilbijartinê.
Di hilbijartinê de 198 hezar 867 hilbijêr qeydkirîbûne û welatiyan li 738 sadiqan de deng dane.
Hilbijartinên îro bi “li Qibrisa Bakûr hilbijartina ku herî zêde namzet tevlê bûyî” derbasî dîrokê bûye.
Xelkê Qibrisê ji 1974an ve eva cara dehemîn e ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê diçe sindoqan.
Ji bo guhertina makeqanûnî gotine “na”
Serokê YSKê Şefîk, encamên nefermî yên referendûma zêdekirina hejmara dadrêsên dadgehên bilind jî diyar kiriye.
Li gor vê welatiyên ku çûne ser sindoqan ji sedî 49,87an gotine “erê” û 50,13an jî gotine “na”.(PT/AY/AY)