Hêzên Sûriya Demokratîk: Operasyona Reqayê destpê kir
Fermandarên HSDê daxuyandin ku wan li dijî DAIŞê dest bi Operasyona Reqayê kiriye û armanca wan ew e ku bajêr rizgar bikin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fermandarên HSDê daxuyandin ku wan li dijî DAIŞê dest bi Operasyona Reqayê kiriye û armanca wan ew e ku bajêr rizgar bikin.
Li gorî nûçeya Reutersê fermandarên HSDê li Eyn Îsayê civîna çapemeniyê lidar xist û anîn ziman ku armanca wan rizgarkirina bajarê Reqayê ye.
Di civînê de hat ragihandin ku hêzên navneteweyî jî wê bi awayekî aktîf di operasyonê de cih bigirin.
Piraniya HSDê ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tê û Amerîka jî piştgirî dide wan.
Di nûçeya AFPê de hat gotin ku HSDê navê operasyonê kiriye Xezaba Firatê û dê 30 hezar şervanên wan jî di operasyonê de cih bigrin.
(NV/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.