Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçuyî pêşniyarnameyek pêşkêşî parlamentoyê kir. Kurkçuyî derbarê binpêkirina mafan ên ji hêla hêzên emnî yên bi ser Wezareta Navxweyî ve girêdayî ne hin pirs kirine.
Di pêşniyarnameyê de daxwaz hatiye kirin ku Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bersiva pirsan bide û hatiye gotin ku binpêkirinên navborî di pêvajoya rewşa awarteyê de zêdetir bûne û ev rewş di raporên navneteweyî de jî hatine behskirin.
Çend kesan serî li Wezareta Navxweyî daye?
Pirsên Kurkçuyî wiha ne ku daxwaza bersivê ji Wezîr Soylûyî kiriye:
* Wezaretê derbarê serdestiya hiqûqê, demokrasî û mafên mirovan daye hêzên emnî?
* Wezareta we derbarê mafên jinan, zayendiya civakî û zarokan de perwerde daye hêzên emnî?
* Hêzên emnî derbarê azadiya dîn û wijdanê, azadiya fikr û xweîfadekirinê û daxuyaniyê de hatine perwerdekirin?
* Ji hêzên emnî çend kes beşdarî van perwerdeyan bûne? Çavdêriya wî tiştî hatiye kirin ku perwerdeyê bandoreke çawa li ser qalîteya xizmeta hêzên emnî kiriye û rapor derbarê van encaman de hatine amadekirin? Encamên perwerdeyan hatine aşkerekirin? Heke ku bersiva we neyênî be, çima?
* Hejmarên serlêdanên derbarê îşkence û pêkûteyên xirab de yên ji bo Wezareta Navxweyî hatine kirin û yên ku Wezareta we tespît kirine û hejmarên ku Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) çiqas dişibin hev?
* Ji roja ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bûye desthilatdar û heta roja me, giliyê çend bûyerên ji ber îşkence û pêkûteyên xirab ên li navendên desteserkirinê de hatiye kirin?
* Ji 20ê Tîrmehê ya 2016ê, roja ku Rewşa Awarte hatiye ragihandin û heta roja me giliyê çend bûyerên ji ber îşkence û pêkûteyên xirab ên li navendên desteserkirinê de hatiye kirin?
* Derbarê çend ji vanan lêpirsîn hate vekirin an jî doz hatin vekirin? Di encama lêpirsînan de çend kes ji hêzên emnî rastî cezayên îdarî hatine, çend wezîfedar ji kar hatine dûrxistin? Ji ber vê sedemê çend wezifedaran cezayê edlî standine?
* Çend wezîfedar ji ber van tiştan hatine girtin û cezayê girtîgehê wergirtine?
* Ji roja ku AKP bûye desthilatdar û heta îro bi hinceta ku piştî hişyariyê nesekinîne, gule li çend welatiyan hatiye reşandin, çend ji wan mirine? Wezareta we ji ber vê sedemê derbarê çend bûyeran de lêpirsîn daye destpêkirin û di encamê de çend wezîfedar rastî cezayê îdarî hatine?
* Piştî ragihandina Rewşa Awarteyê hejmara çalakiyê cemawerî/bûyerên civakî/daxuyaniyên çapemeniyê yên ku mudaxele li wan hatine kirin çend e? Hejmara welatiyên di encama bikaranîna hêza bêsînor a hêzên emnî de çend e?
* Ji roja ku desthilatdariya AKPyê dest pê kiriye û heta îro, ji hêzên emnî çend kesan xwe kuştiye?
* Piştî ragihandina Rewşa Awarte bi hinceta ku “gumanbarê FETO”yê ye çend kes ji hêzên emnî ji wezîfeyê hatine avêtin û rastî jêpirsînê bûne? (AS/FD)