Heyva Sor derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku leşkerên Îsraîlê yên beriya niha bi ser avahiya Heyva Sor de girtibûn, dîwarê hewşê hilweşandin û gule reşandine li ser xebatkaran û penaberan.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku tîmên wan ji ber ewlehiya birîndaran, nexweşan û bi hezaran penaberan “ew gelekî bifikar in” û “rewş her diçe metirsîdartir dibe.”
Heyva Sorê dengek jî weşand ku Serokê Beşa Lezgîn Mûhammed Ebû Mûsbîh tê de diaxive. Ebû Mûsbîh diyar dike ku leşkerên Îsraîlê li ber avahiya Heyva Sor bicih bûne û bombeyên mijê avêtine konên penaberan ên li derdora Nexweşxaneya El-Emelê. Nexweşxaneya El-Emelê nêzîkî navenda Heyva Sor e.
Heyva Sor a Filistînê di daxuyaniya xwe ya demeke berê de gotibû, leşkerên Îsraîlê bi ser navendên wan ên li Xan Yûnûsê û Nexweşxaneya El-Emelê de girtin. Leşkeran ji xebatkaran û kesên xwe spartibûn van deran xwestibûn ku navendan vala bikin.
Ji 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê de, bi kêmanî 11 hezar zarok, 7 hezar û 500 jin, bi giştî 26 hezar û 751 filistînî hatine kuştin, 65 hezar û 636 mirov jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyan, bi hezaran kes hîna di bin kavilan de ne û jêrxaneya sivîlan yên mîna nexweşxane û dibistan dibin hedef ku gelek kesan xwe spartine wan deran.
(AS/FD)