Fotograf: DITAM
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) di roja sêyan a serdana xwe ya Amedê de bi saziyên civaka sivîl re civiyaye. Navenda Lêkolînên Civakî (DITAM) civîna navborî saz kiriye û bi navê "Li Tirkiyeyê mixalefet û Helwesta CHPyê" pêk hatiye.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTO) Mehmet Kaya, Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Senatkarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglû, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Borsaya Bazirganiyê Engin Yeşîl û komek nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di axavtina vekirinê ya civînê de Serokê DITAMê Mehmet Vûralî behsa mijara "hevrûbûnê kiriye ku demeke berê Kiliçdaroglû behsa wê kiribû. Vûralî gotiye: "Divê Tirkiye rûbarî raboriya xwe bibe. Ev mijarek girîng e. Pêwîste dewlet rûbarî komkujiyên 12ê Îlonê, komkujiya Dêrsimê, 33 Gule, Geliyê Zîlan û Roboskiyê were. Li bajarên herêmê gelê kurd heye. Pirsgirêka zimanê zikmakî ya vî gelî heye. Divê ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. Mafê vî gelî heye, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Divê êdî operasyonên leşkerî bi dawî bibin. Lewre ev operasyon êdî gelekî dipelçiqîne. Hêj nikarin navê Herêma Kudistanê bînin ziman, ev pirsgirêk e. Lewre navê wir Kurdistana Federe ye. Pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên şênber werin avêtin.”
"Em li dijî qeyûman in"
Piştî Vûralî, Kiliçdaroglû axiviye. Kiliçdaroglûyî behsa xizanî, zêdebûna bihayên kelûpelan û bêkariyê û krîza aborî kiriye û gotiye ku ne tenê aboriya Amedê, aboriya Tirkiyê têk çûye.
Kiliçdaroglu destnîşan kiriye ku divê partiyên siyasî neyên girtin û ev di demokrasiyê de neçare ye. Kiliçdaroglu pirsa, “Li cihê ku daraza serbixwe tune be, hûnê li wir çawa edaletê dabîn bikin?” kiriye û wiha dewam kiriye: “Tu yê bêjî dînê dewletê edalet e û paşê jî rabî edaletê qetil bikî. Yên bi hilbijartnê tên divê bi hilbijartinê biçin. Rêbazên demokratîk ên hilbijartinê hene. Şaredar tê bijartin paşê jî qeyûm tayînî şûna wî dikin. Endamên meclisên şaredariyan betal dikî û paşê jî ji me re behsa demokrasiyê dike. Em li dijî vê ne. Em li dijî prensîba qeyûman e.”
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan 5 xalên bingehîn
Kiliçdaroglûyî diyar kiriye ku derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de 5 xalên wan ên sereke ango bingehîn hene û bi van gotinan behsa van xalan kiriye: “Heke pirsgirêk li ser van 5 xalên bingehîn ava bibe, dikare çareser bibe, ev dîtina me ye. A ewil divê em biryarê bidin ku pirsgirêkê li ku derê çareser bikin. Pirsgirêk li Parlamentoyê çareser dibe. Ne li cihekî din. Hûn ê qanûnan derxin. Min di Parlamentoyê de jî anî ziman ku dê çawa bibe. Li ser vê mijarê min ji Erdoganî re jî nameyek şand. Min nameyek bi du rûpelan şand bê ka meriv çawa pirsgirêkê çareser dike. Min got divê li parlamentoyê Komîteya Lihevanînê bê avakirin. Di Komîsyona Lihevanînê de divê ji her partiyê bi qasî hev wekîl cih bigirin. Her wiha li derveyî Komîsyona Lihevanînê komîteyek 'Aqilmendan' bê avakirin. Ji ber vê yekê, divê ev lêkolîn bi hevrêz û hevdemî bin. Ya duyem, kesê ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike, divê dilpak û rast be. Divê bêje 'Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim'. Ya sêyem, ev kes wê nebe xwediyê rojeveke veşartî û şexsî. Ya çarem, ew ê nekeve nav wan angajmanan ku nikaribe ji milet re behsa wan bike. Ew ê derkeve û ji milet re bêje bê ka çi û çawa kiriye. Pêncem, dema pêvajo berdewam dike hem parlamento û hem jî gel divê bên agahdarkirin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê desteka civakî pêwîst e. Nêrîna me ev e." (RT/FD)