Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) duh bi tevlibûna 400 delegeyan, kongreya xwe ya çaran li bajarê Reqayê li dar xist. Di encama hilbijartinê de Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz bûn hevserokên nû yên MSDyê.
Nexşerêyek ji bo çareseriyê hate pêşkêşkirin
Di kongreyê de her weha nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyeyê jî hate nîqaşkirin û erêkirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHAyê ev xal hatin pejirandin:
Agirbesteke giştî were ragihandin, tevahî êrişên leşkerî yên derve yên li dijî xaka Sûriyeyê bi dawî bin û di bin çavdêriya navneteweyî de, tevî wê jî têkoşîna li dijî terorê dewam bike.
-Girtî û revandî werin berdan, aqûbeta windayan were aşkerakirin.
-Tevahî çekdarên biyanî ji xaka Sûriyeyê derkevin û misogeriya wê bi biryara navneteweyî be.
-Dorpêça li ser tevahî herêmên dorpêçkirî were bidawîkirin û rêxistinên mirovî karên xwe li tevahî herêmên Sûriyeyê bikin, cezayên aborî li ser Sûriyeyê rabin û tevgera bazirganiyê li hundir çalak be.
-Kongreyeke navneteweyî ya ji bo dewletên ku ji nû ve Sûriyeyê ava bikin, were lidarxistin.
-Guhartina demografîk li her herêmeke betal û derqanûnî ye û xebata li ser çaerserkirina wê were kirn.
-Destpêkirina yekser ji amadekirina rewşên guncaw ji bo vegerandina koçber û penaberan bi alîkariya rêxistinên NYyê.
-Diyalogên fireh werin dewamkirin û divê di nava tevahî aliyan de bin, da ku nêrînên xwe pêşkêş bikin û li ser Sûriyeyeke pêşerojê li hev bikin.
-Dagirkerî were bidawîkirin û tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyeyê derkevin.
“Israra li ser çareseriya leşkerî wê krîzê kûrtir bike”
Di civînê de her weha hate diyarkirin ku israra li ser çareseriya leşkerî tê wateya israra li ser kûrkirin û dirêjkirina alozî û krîzê û hilweşandina tiştên mayî li welat, koçberkirin û qetilkirina sûriyeyiyan.
Ji bo çareserkirina krîzê ev rêbaz hatine pêşniyarkirin:
-Çareserî sûriyeyî-sûriyeyî be, bi sponsorî û garantiya navneteweyî be, bi rêya diyalog û dan û standinên yek ên li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar bin.
-Redkirina çareseriya leşkerî û girîngîdayîna li ser diyaloga siyasî ya demokratîk, mîna rêya bingehîn a çareseriyê li gorî biryara 2254an û biryarên girêdayî wê ye.
-Xebata li ser lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Sûriyeyê bêkirin û jê meclisa damezrîner a giştî derkeve û erkên qanûn û çavdêriyê pêk bîne û nûnertiya tevahî sûriyeyiyan bi awayekî adilane bike.
-Hikumeta demkî ya xwedî destûrên fireh were avakirin.
-Xebitîna li ser destûra niha were sekinandin û rêgezên destûrî werin ragihandin û komîteyeke ji bo sazkirina projeya destûrê ya demokratîk a nû were avakirin.
-Dem ji bo xebata veguhastina demokratîk bê danîn, da ku di dawiyê de hilbijartinên giştî li ser asta neteweyî li gorî destûra nû werin kirin.
-Tevahî qanûn, projeyên awarte û nijadperestî werin betalkirin.
-Desteya Edalet, Lihevanîn û Ewlehiya şêniyan were avakirin û edalet pêk were.
-Meclisa leşkerî were avakirin û çekdarên bi çareseriya siyasî bawerin, bikevin artêşa neteweyî ay nû û sazûmaniya ewlehî ji nû ve were avakirin.
-Meclia Aborî were avakirin û li ser jinûve tamîrkirinê û avakirina aboriya neteweyî bixebite.
-Jin di xebata siyasî de weke şertekî bingehîn a serketina xebat, dan û standin û guhartinê beşdar bin.
-Beşdariya ciwanan di veguhartina demokratîk de pêwîst e.
-Armanca xebata siyasî desthilat, navendîbûnê bi dawî bike, guhartineke demokratîk a bingehîn çêke, ji nû ve Sûriyeyê li gorî pergala nenavendîbûnê ya pirrengî ya demokratîk ava bike.
Di sala 1980an de li Efrînê ji dayik bûye. Leyla Qereh Man, Navenda Perwerde û Bîrdozî ya Jinan li Heleb û Efrînê vekiriye. Dû re xebatên xwe yên siyasî li Libnanê wek nûnera têkiliyên dîplomatîk a Kongra Star meşandine. Li wir hewl daye têkiliyan jinan ên bi jinên ji Efrîqayê re xurt bike.
Leyla Qereh Man, di kongreya 3yemîn a MSDê ya 2018an de tev li MSDyê bûye. Li wir bûye endama Meclisa Serokatiyê û Alîkara Hevserokatiya MSDyê. Sala 2020an tev li Partiya Sûriya Pêşerojê bûye û Alîkariya Serokê Partiyê kiriye.
Di sala 1974an de li Hesekê ji dayik bûye. Di têkiliyên navneteweyî de master, di lêkolînên Rojhilata Navîn de jî dîploma bi dest xistiye. Di Zanîngeha Ohio û Zanîngeha Oberlin ên Amerîkayê de dersdar e.
Sala 2014an ji aliyê hikumeta Şamê ve bi hinceta tevlibûna rêxistineke siyasî ya qedexe, hatiye girtin. Yek ji damezirînerên Partiya Pêşxistinê ya Nîştimanî ya Sûriyeyê ye. Di partiyê de bûye Serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclisa Nîştimanî ya Sûriyeyê li Amerîka û Kanadayê.
Serokê Navenda Çanda Erebî-Amerîkî ya Lêkolînên Îslamî ya li bajarê Lorîn ê Ohioyê, Serokê Beşa Lêkolînên Qanûn û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Commonwealth a Amerîkayê, gerînendeyê şîrketa MDMyê ya lêkolîn û şêwirên qanûnî û perwerdeyê û yek ji damezirînerên Îtîlafa Îlmanî ya Sûriyeyî ya Parîsê ye.
(FD)