Polîsan di 18ê Mijdarê de bi ser avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Esenyûrt a Stenbolê de girtin.
Piştî lêgerînê Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ji bo îfadeyê çûn Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê. Her du hevserok li wir hatin desteserkirin û li malen wan lêgerîn hat kirin.
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin desteserkirin
18 Mijdar 2024
Hevserok duh piştî îfadeya li emniyetê şandin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her du hevserokê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" her du hevserok girtin.
Polîsan bi ser avahiya Navçeya Esenyûrtê ya DEM Partiyê de girtin
18 Mijdar 2024
(RT/AY)