Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê navçeya Bûcayê Nîhat Turk hatin girtin.
Li Îzmîrê di 6ê Çiriya Pêşiyê de polîsan bi ser gelek ser malan de girtin û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDPa Bûcayê Nîhat Turk desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê duh her sê hevserok piştî îfadeya li emniyete birine edliyeyê.
Dozgeriyê her sê kes bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Îzmîrê jî bi îdiaya ku "endamên rêxistinê ne" her sê hevserok girtin.
Girtina hevserokan li korîdorên edliyeyê bi çepik û tilîliyan hat şermezarkirin.