Polîsan bi ser malên Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên rêxistina navçeya Esenyurtee ya Stenbolee de girtin û Hevserok Bahar Karataş û Fatih Ergun desteser kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di heman saetê de polîsan di avahiya navçeyê de lêgerîn kirin. Polîsan di lêgerînê de dest danîn ser gelek pirtûk, kovar û kompîturan.
Derbarê sedema binçavkirinê de ti agahî nehatin bidestxistin.
Lihevkirina bajarî
Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) duh bi şev daxuyaniyek weşand û diyar kir ku namzetên hilbijartina herêmî yên Esenyurt û Gungorena Stenbolê diyar guherîne.
Li Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer bû namzet ku di navbera CHP û DEM Partiyê de ji bo “lihevkirina bajarî” ev demeke hevdîtin dihatin kirin.
Li Gungorenê jî Yuksel Yalçin bû namzet.
(TY/FD)