Hevserokê HDPê yê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek hatiye desteserkirin
Polîsan bi ser mala Hevserokê HDPê yê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek de girtine û ew desteserkirine.

Li Dêrsimê polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek de girtine û ew desteserkirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Dêrsimê polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek a li Taxa Sîhenkê de girtine.
Piştî lêgerîna li malê polîsan Çîçek desteserkirine.
Sedema desteserkirina Çîçek heta niha diyar nîne. Her weha Çîçek birine Rêvebiriya Polîsan a Bajêr.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.