Hevserokê DBPyê, Kamûran Yûksek serbest hat berdan
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk ji meha Gulanê ve di girtîgehê de bû, îro di dadkirina(mehkemekirina) pêşiyê de serbest hat berdan.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk ji meha Gulanê ve di girtîgehê de bû, îro di dadkirina(mehkemekirina) pêşiyê de serbest hat berdan.
Yûksek di 10ê Gulanê de hatibû desteserkirin û di 13ê Gulanê de bi tometa ‘’endametiya rêxistinê’’ hatibû girtin.
Dadgehê ji ber Rewşa Awarte destûr neda hemî parêzer parastina Yûksekî bikin, sê parêzeran parastina Yûksekî kir yên dî çûn cihê temaşevanan.
Piştî dadkirinê Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 5. biryara serbestberdana Kamûran Yûksekî da. (ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.