Hevşaredarên Tilqebînê hatin girtin
Hevserokên Şaredariya Tilqebînê Rabîa Takas û Tahir Aytiş bi îdiayên “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin. Bi vî awayî hejmara hevşaredarên girtî yên DBPê derkete 40an.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokên Şaredariya Tilqebînê Rabîa Takas û Tahir Aytiş hatin girtin.
Tilqebîn qezayeke girêdayê navçeya Silopyayê ya Şirnexê ye.
Her du hevşaredar bi îdiyayên di axavtinên xwe yên ku li merasîma newrozê kiribûn de “propagandaya rêxistinê kirine” û “wan ji bo kolandina xendeqan kepçe ji hêzên YPSê re şandine” ve hatin girtin.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên girtî yên DBPê derkete 40an.
(ÇT/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.