Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya bi îdiya “alîkarê rêxistinê kiriye” hat girtin.
Bekir Kaya 4 xebatkarên şaredariyê duh hatibûn binçavkirin.
3 xebatkarên şaredariyê bi şertê kontrola edlî sebest hatin berdan lê, Hevşaredar Bekir Kaya û Peyzaj Zalal Zanli hatin girtin.
Piştî binçavkirina Bekir Kaya duh qayûm li Şaredariya Wanê hat tayînkirin.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên DBPê ku heta îro (18ê Mijdarê) hatine girtin derkete 38an.
Bekir Kaya kî ye?
Bekir Kaya di sala 1977an de li navçeya Avkevirê ya Agiriyê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dicleyê beşa Hiqûqê xwend. Di sala 2001an de mala xwe biriye Wanê. Di rêveberiya Baroya Wanê de cih girtiye û piştre bûye alîkarê serokê baroyê. Di sala 2009an de bû şaredarê Wanê. Piştre ji doza KCKê hate girtin û 10 meh girtî ma. Kaya di sala 2014an de ligel Hatice Çoban bûn Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê. Kaya zewiciye û zarokeke wî heye.
(ÇT/YO)