Hevşaredarê Bêgiriyê Mehmet Ali Tunç hat girtin

Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitîne
Piştî ku li Şaredariya Bêgiriyê qayûm hat tayînkirin, Hevşaredar Mehmet Ali Tunç jî hat girtin.
Polîsan di 16ê Çileyê de avêtibûne ser avahiya Şaredariya Bêgiriyê û Hevşaredar Mehmet Ali Tunçî binçav kiribûn. Rojev piştî binçavkirina Tunç, qaymeqamê navçeyê Mehmet Fatih Çelikel weke qayûm li şaredariyê hatibû tayînkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê Hevşaredar Tunç jî tê de 17 kesên ku 9 roj in binçavkirî bûn duh bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Rûniştina dozan hetanî derengê şevê dewam kir û di encamê de 10 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, lê Hevşaredar Tunç jî tê de derbarê 7 kesan de biryara girtinê hat dayîn û wan şandin zindanê. Navên kesên ku hatine girtin wiha ne: Bahattin Karagule, Dogan Başak, Halil Ibrahim Guler, xebatkarên şaredariyê Yemlihan Akkuş û Ercan Dilmaç, Hevserokê DBPê ya Rêxistina Navçeyê Mehmet Kaplan.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên girtî ên DBPî derkete 77an. Heta niha li 58 şaredariyên DBPî jî qayûm hatine tayînkirin.
(BK/YO)