Polîsan li navçeya Misircê ya Sêrtê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Misircê Saliha Sak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sûltan Yorûlmaz, endama Meclisa Şaredariyê ya Misircê Mehpare Yeşîlbaş û Gulbahar Îvdîl hatin desteserkirin.
Her 5 jinên hatin desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyeta Navçeyê, her weha sedemê desteserkirina wan nehate zanîn.