Hevşaredara Agirîyê, Mukaddes Kubîlay hat girtin
Hevşaredara Agirîyê, Mukaddes Kubîlay hat girtin. Bi girtina Kubîlayê 71 hevşaredarên 46 şaredariyên DBPyî hatin girtin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hevşaredara Agirîyê, Mukaddes Kubîlay duhî(27ê Kanûna Pêşiyê) hat girtin.
Di 22yê Kanûna Pêşiyê de, li Izmîrê polîsan operasyonek li ser birêvebirên HDPyê kiribû. Mûkaddes Kubîlay jî hingê hatibû desteserkirin.
Li gor nûçeya CNN Turkê Kubîlay piştî ji bo lêpirsîna Serdozgeriya Agirîyê hat desteserkirin ji bo Agiriyê hatiye şandin.
Mukaddes Kubîlay berê bûbû hevseroka birêvebiriya HDPyê ya Agiriyê.
Bi girtina Kubîlayê 71 hevşaredarên 46 şaredariyên DBPyî hatin girtin. Ji bo 49 şaredariyan qeyûm hatine şandin. (BK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.