Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokên giştî, hevserok û berdevkên pêkateyên Hevpeymana Ked û Azadiyê, duh (5ê Kanûna Paşiyê) li Taksîma Stenbolê, li otelekê kom bûne. Pêkateyên Hevpeymanê bi sernavê "Em dibêjin vaye meydan: Em ê sala 2023yan veguhezînin sala guhertina siyasî" daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
"Em nêzîk in ji bo vebijarka namzetê hevbeş"
Beşeke ji daxuyaniyê wiha ye:
Zexta li ser HDPyê: Zexta li ser siyaseta demokratîk zêde dibe û dewam dike. Doza bi destê desthilatdar û hevkarên wê tê meşandin a girtina HDPyê, 3yem partiya mezin a Parlamentoyê û ya ji 6 milyon û 500 welatiyî zêdetir dengên welatiyan wergirtiye, beriya dozê, digel ku serokê Dadgeha Destûra Bingehîn jî tê de ji 15 endaman 7 endaman mixalefet kiriye, bi pirdengî biryara demkî ya destdanîna li ser hesaban dane û bi hesabên siyasî beriya hilbijartinê anîn qonaxa biryardayînê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir û endam û rêvebirên wê, bi rengekî nehiqûqî hatin girtin. Qesbkirina qeyûman a li şaredariyên HDP û DBPyê dewam dikin.
Cezayê li Ekrem Îmamoglûyî birîne: Qedexeya siyasî danîne li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglûyî û piştî şaredariyên HDPyê, amadekariyên xesbkirinê yên bi destê qeyûmî, ji bo Şaredariya Stenbolê dewam dike.
Bi desteserkirin, girtin, êrîş, sansur û cezayên pereyan hewl didin ku çapemeniya azad nikaribe kar bike û bi vê jî dixwazin hemû mekanîzmayên îtirazkirinê yên civakî kar nekin. Çawa ku di doza dek û dolaban a Kobaniyê, di cezayên ku di doza Geziyê de hatiye dayîn, biryarên qedexekirina grevan, biryara Şûraya Dewletê ya biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiriye tê dîtin, desthilatdarî darazê weke amûreke siyasî bikar tîne.
Namzetê/a hevbeş: Di civîna xwe de me li ser hilbijartinên serokomariyê û parlamenteriyê yên wê îsal pêk bên, nirxandinên berfireh kirin. Me rê û rêbazên muhtemel, amadekarî û tevgerên xwe yên ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji rejîma yek zilamî û di serdema nû de ji bo temsîliyeta herî xurt a hêzên ku ked û azadiyan diparêzin, nirxand. Geşedan veguherînek demokratîk a radîkal li ser Tirkiyeyê ferz dike. Em weke hevpeyman di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dizanin û ji her demê bêhtir bi biryar in ku ji bo Tirkiyeyê ji şert û mercên heyî rizgar bikin hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di pêvajoya diyarkirina namzetê/a xwe yê/ya di hilbijartina Serokkomariyê de, em radigihînin ku em zêdetir nêzî vebijêrka namzetê/a hevbeş in ku li gorî prensîbên me ye û bi lihevkirinê hatiye diyarkirin. (EMK/FD)