Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokomar Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn îro saet 13:00an de wê li bajarê St. Petersburgê ya Rûsyayê hevdîtin bikin.
Her du lîder herî dawî di 15ê Cotmeha 2015an de li Antalyayê di civîna G-20ê de hevdîtin pêk anîbûn.
Li gorî nûçeya Sputnikê ku ajansa ragihandinê ya fermî ya Rûsyayê ye û piştî krîza di 15ê Nîsanê de ji hêla Tirkiyeyê ve hatibû qedexekirin û duh qedexeya ser hat rakirin; her du lîder bi taybetî ser mijara Sûriyê, krîza li Rojhilata Navîn û têkoşînê li dijî terorîzma navneteweyî de bi axivîn. Tê payîn ku di wê hevdîtinê de her du lîder ser mijara Bakurê Karadagê jî biaxifin.
Erdogan ji Ajansa Nûçeyan a Tass’ê ya Rûsyayê re axifî
Erdogan beriya hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re ya li Saint Petersburgê ji ajansa nûçeyan a rûsî TASSê û ji televîzyona Rossiya 24ê re axifî.
Erdogan di axaftina xwe de got: ‘Ji bo têkiliyên navbera Rûsya-Tirkiyeyê de wê serdemeke nû dest pê bike.’
‘Rûsya ji bo aştiya li Sûriyê aktoreke girîng e’
Erdogan feraseta xwe ya derheqê hebûna Rûsyayê ya li Sûriyê de ku guheriye jî anî ziman û got:
‘Ev yek gelek zelal e û ez jî dixwazim bi awayekî net bînim ziman ku ji vir şûnde ji bo aştiya li Sûriyê aktorê herî girîng Federasyona Rûsyayê ye.’
Aciziyên piştî 24ê Cotmehê
Tê zanîn ku di, 24ê Cotmeha 2015an de balafira Rûsyayê ji hêla Tirkiyeyê hatibû daxistin û piştre navbera her du dewletan de aciziyên mezin çêbûbûn. Ji bo baştibûna têkiliyên navbera her du aliyan de ew hevdîtina gelek girîng e.
Pêngavên ji bo baştirbûna têkiliyên navbera her du dewletan, bi şandina nameya lêborînê ya Erdogan ku ji Pûtîn re şandibû ve dest pê kiribû.
(EKN/YO)