Fotograf: AA
Hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronaya nû (2019-nCoV) mirine gihîştiye 361ê.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî, rewşa 2 hezar û 296 kesan giran e û bi giştî şewb li 17 hezar û 205 kesan peyda bûye.
Heta niha guman heye ku vîrusê bandor 21 hezar û 558 kesan kiriye. Her weha 152 hezar û 700 kes di bin kontrolê de ne.
Dîsa hejmara enfekteyan li Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê derket 15an, li Herêma Rêveberiya Taybet Makauyê derket 8an û li Taywanê jî derket 10an.
Di 24 saetên dawîn da 57 kes mirine
Li welêt ji ber koronavîrusa nû di 24 saetên dawîn da 57 kes mirine, 2 hezar û 829 nexweşên nû hatine tesbîtkirin. Herwiha 350 kesên ku mirine û 11 hezar û 177 kesên ku vîrus li wan peyda bûye ji eyaleta Hubeyê ne. Hube binkeya navendî ya şewba vîrusa koronaya nû ye. Li paytexta eyaleta Wuhanê jî hejmara nexweşan derketiye 5 hezar û 142yan.
Ji ber şewbê gelek şîrketên rêhewayî seferên xwe yên Çînê rawestandibûn, Rêxistina Tenduristiya Cihanê jî "rewşa bilez a tenduristiya qamûya navneteweyî" ragihandibû. (FD)