Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ayhan Erkmenî li ser jiyana Parlamenter Hesen Xêrî Begî belgefîlmeke kurt amade kiriye. Belgefîlm li ser hesabê Erkmenî, weke beşeke ji bernameya bi navê "Çîrokbêj"ê hatiye weşandin.
Belgefîlma bi navê "Çîroka Hesen Xêrî Beg Mebûsê Dêrsimê" 12 deqîqe ye û Erkmenî tê de behsa jiyana Hesen Xêrî Beg, Parlamenterê Dêrsimî kiriye.
Nesîmî Aday, ji bo vê xebatê bi Ayhan Erkmenî re hevpeyvînek kiriye û hevyepvîn di dersimgazetesi.net-ê de hatiye weşandin.
Erkmenî belgefîlm li gundê Axzûnîk, yê Xozatê girtiye. Hesen Xêrî Beg li vî gundî jidayik bûye. Erkmen ji bo vê xebatê bi kal û pîrên gund ên xizmên Hesen Xêrî Begî re axiviye. Erkmenî diyar kiriye ku bi taybet jî Kenan Coşkûnî gelek zanyarî dane wî.
Hesen Xêrî Beg li yekem Parlamentoya Komara Tirkiyeyê parlamenter bû. Ji ber "Serhildana Şêx Seîdî" di 23ê Çiriya Paşiyê ya 1925an de li Elezîzê hatiye darvekirin.
(AÖ/FD)