Hesabê kurdî yê JINNEWSê @KurmanciJINNEWS yê platforma Xê (twitter) hat astengkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji bo astengkirina hesab tu hincet nehatiye nîşandan.
Her weha berê jî hesabên ajansê @JinNewsKurdi, @JinnewsaKurdi, @JinnewsKurmanci û @KurdiJinnews hatibûn astengkirin.
Bi vê girtinê ango astengkirinê re ev bû hesabê 5emîn ê JINNEWS’ê yê kurmancî tê astengkirin.