Heqê leşkeriya biberdêl bû 243 hezar TL
Bi sala nû re heqê leşkeriya biberdêl jî diyar bû. Di sala nû de heqê leşkeriya biberdêl bû 243 hezar Lîreyê Tirk.

Piştî ku Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha Kanûna Pêşiyê eşkere kir, heqê leşkeriya biberdêl jî diyar bû.
Di sala nû de heqê leşkeriya biberdêl wek 243 hezar TL hat diyarkirin.
Bi zêdebûna maeşên fermanberan re heqê leşkeriya biberdêl jî diyar bû. Zêdebûn li gorî enflasyona 6 mehan hat diyar kirin.
Piştî ji sedî 19,31 mûçeyê karmendan zêde bûbû, heqê leşkeriya biberdêl jî ji 182 hezar û 609 TL yî derketibû 217 hezar û 871 TLyan. Bi aşkerekirina daneyên nû yên salê re heqê leşkeriya biberdêl derket 243 hezar TLyî.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.