Hemû nivîskar û rojnamegerên ku li Amedê hatibûn desteserkirin, serbest bûn

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Eskîşehîrê de 9 rojnameger û nivîskarên ku li Amedê hatibûn desteserkirin, di saetên êvarê de serbest bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî îfadeya li dozgeriyê Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGK) Roza Metîna, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-wergêr Omer Barasî û Berfîn ATli bi şertê kontrola edlî û derhêner Ardîn Dîren, akademîsyen Abdûrrahman Aydin, helbestvan Ahmet Hîcrî Îzgoren, wênegir Emrah Kelekçîler û rojnameger Ahmet Sunbul jî bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatin şandin.
Di saetên êvarê de jêpirsîna li edliyeyê bi dawî bû û dadgehê biryara berdana her 9 nivîskar û rojnamegeran da.
Rojnamegerên li Eskîşehîrê ne wê vê sibê bibin edlîyeyê
Ji rojnameger û nivîskarên ku li Stenbolê desteser kirin û birin Eskîşehîrê Berfîn Atli duh bi şertê kontrola edlî serbest bû. Berfîn ji Kolektîfa Feminîstan a Aralikê ye.
Edîtora bianetê Tûgçe Yilmaz, ji Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Alayûmat, Bîlge Aksû, Baver Yoldaş, Serap Guneş, Havîn Derya û Suzan Demîr ku li Eskîşehîrê hê desteserkirî ne dê vê sibê bibin edlîyeyê.
(AEK/AY)