Ebû Ubeyde, berdevkê Tugayên Îzzeddîn el-Qassam baskê çekdar ê Hamasê piştrast kir ku rêberê wan Muhammed Ed-Dayf miriye.
Ebû Ubeyde duh(30ê Kanûnê) di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi Muhammed Dayf re endamên Konseya Leşkerî ya Ketîbeyên Qesamê Merwan Îsa, Xazî Ebû Temah, Raid Sabît, Rafî Selame, Ehmed El Xendûr û Eymen Newfel jî hatine kuştin.
Ebû Ubeyde derbarê dem û awayê kuştina Muhammed Ed Dayf de ti agahî nedan.
Artêşa Îsraîlê 1ê Tebaxa 2024an ragihandibû ku wan Muhammed ed Dayf kuştiye.
Her weha artêşa Îsraîlê aşkere kiribû ku Ed-Dayf, serokê Tugayên Îzzeddîn el-Qassam baskê çekdar ê Hamasê di 13ê Tîrmehê de di êrîşeke asmanî de hatiye kuştin.
(VC/AY)