Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Însîyatîfa Em Hemû Koçber in” ji ber dersînorkirina sûriyeyîyan dest bi kampanyayekê kir. Navê kampanyayê “Eme Hemû Koçber in, Ji Nîjadperestiyê re Na!” ye.
Bi vê armancê li Stenbolê li Taksîm Hîll Otelê bi beşdariya nûnerên saziyên civaka sivîl, civînek pêk hat.
“Penaberî mafê mirovahiyê ye”
Koordînatora kampanyayê Yildiz Onenê di civînê de daxuyaniya ji bo çapemeniyê hatiye amadekirin xwend û diyar kir ku li gor Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan “penaberî mafê mirovahiyê ye”.
Onenê wiha berdewam kir:
“Mafê her kesî heye ku ji ber şer, xizanî, guherîna iklîmê û ji ber sedemên din ku jiyanê dijwar dike koç bike û li jiyaneke baştir bigere.”
“Penaberên ku xwe li Tirkiyeyê girtine ne ew kesên belengaz in ku divê em qenciyê bi wan bikin. Divê em mafên wan ên xwedisperin hiqûqa navneteweyî bidin wan û hewl bidin ku jiyaneke wekhev bi xwişk û biratiyê ava bikin.”
“Ji bo jiyaneke wekhev divê polîtîka bêne avakirin”
“Îro jî em daxwaz dikin ku penaberên ji Sûriyeyê, wekî mêvanên wiha bên neyên ku dê rojekê li mala xwe vegerin.”
“Penaberên Sûriyê wekî çavkaniya hemû pirsgirêkan neyên nişandan, polîtikayên ku dê entegrasyon û jiyana bi hev re temîn bikin, bi pêş bixin ango pêdiviyên penaberan ên ji bo jiyaneke mirovane yên wekî xizmeta tenduristî û perwerdehiyê bên temînkirin. ”
“Hesabê têkçûna xwe ji penaberan dipirsin”
Yek ji endamê “Insîyatîfa Em Hemû Penaber in” Şenol Karakaşî jî di derbarê dersinorkirinê da wiha got:
“AKPê dest pê kiriye ku hesabê têkçûna xwe ya di hilbijartinê de ji penaberên Sûriyeyê bipirse. Gotinên sîyasetmedarên ku dibêjin ‘bila Sûrîyeyî bêne vegerandin’ mirovan aciz dikin.”
“Tirkîye mecbûre ku kesên îltîca kirine biparêze”
Koordînatorê Giştî yê Navenda Bîrê Murat Çelîkkanî jî di derbarê mijarê da axavî û wisa got:
“Tirkîye polîtîkayên xwe yên penaberan li ser bazarkirinê dimeşîne. Tirkîyeyê peymana Cenevreyê îmze kiriye û divê li gor peymanê, zagonên li ser koçberan çêbike. Kesên ku daxwaza penahendiyê kirine divê Tirkîyê divê wan biparêze.”
“Tirkîyeyê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan îmze kiriye. Li gorî xala 17emîn a Qanûna Biyaniyan a bi jimara 6458ê û Peymana Mafên Mirovan a Tirkiyeyê jî îmze kiriye vegerandina penaberan sûce, li dijî hiqûqêye. Divê dewlet dev ji vê kiryara bêhiqûqî berde.” (Aİ-DD/RT/FD)