Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihandiye ku hejmara rojnamevanên zindankirî li seranser cîhanê giheştiye 250 kesan.
CPJyê daye zanîn ku ev sala çaran e ku hejmareke wiha bilind a rojnamevanên zindankirî heye. Her weha gotiye hejmara rojnamegerên girtî herî zêde li Tirkiye û Çînê ye:
“Heta 1ê Kanûna Pêşiyê, CPJyê dît ku bi kêmî 250 rojnamevan, girêdayî karên wan hatine zindan kirin û % 98 ji wan rojnamegerên xwecîhî ne. Piştî Çînê, Tirkîyeyê, Erebistana Saudî û Misirê, welatên herî xirab ku rojnamevanan dixin zindanan Erîterya, Vîetnam û Îran in.”
CPJyê dîyar kiriye ku Serokê Çînê Xi Jinping kontrola dewletê ya ser ragihandina xurtir kir û niha 48 rojnamevan li wî welatî zindankirî ne.
“Tirkîyê, jiber ragihandin û rexneyên wan yên li dijî desthilata sîyasî pirtir ji 100 dezgehên ragihandinê yên serbixwe qedexe kiriye. Niha 47 rojnamevan bi îdiayên terorê li zindanan têne girtin û li hember bi dehan kesên din jî doz hatine vekirin.” (HA/FD)
Fotograf: DİSK Basın-İş
Çavkanî: Dengê Amerîkayê