Hejmara meha Çiriya Pêşiyê ya 2023yan ya Bultena InfoWelatê derket.
Şer û pevçûna li Qerebaxê, daxuyaniya UNESCOyê ya ji bo Sûr û Hewselê, perwerdeya kurdî ya li Swîsreyê û çendîn mijarên din di vê hemjarê de ne.
Piştî ku Azerbaycanê êrîşî Qerebaxê kir, ew der kete bin serdestiya Azerbeycanê. InfoWelatê di berga bultena xwe de cih daye vê mijarê.
Her weha nûçeyek derbarê daxuyaniya UNESCOyê de di bultenê de heye ku gotiye, “Sûr û Hewsel di xetereyê de ne.”
Biryara Parlamentoya Ispanyayê ya ji bo katalanî û biryara Swîsreyê ya ji bo perwerdeya bi kurdî, du nûçeyên cuda yên vê bultenê ne. Nûçeyeke din a bi perwerdeyê ve girêdayî, ji Fransayê ye. Bultenê cih daye nûçeya ku dibêje “Fransa pêşiya perwerdeya bi alsasî vekir.”
Ji bo tevahiya bultenê, bitikîne
(FD)