Hejmara Îlona 2023yan a Bultena InfoWelatê derketiye. Di vê hejmarê de, mijara sereke ya Bultenê, bikaranîna katalanî, baskî û galîsî ya di Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Ispanyayê ji bo katalanî, baskî û galîsî bibin zimanên fermî yên YEyê serî lê da. Ev daxwaza Ispanyayê wê di civîna Konseya Ewropayê de bê nîqaşkirin. Civîn wê li Brukselê pêk bê.
Nûçeyeke din jî derbarê sirûda netewî ya Belçîkayê ye. Li gorî nûçeyê, wê sirûda netewî ya Belçîkayê êdî bi sê zimanan were xwendin. Nûçeyê diyar kiriye ku di maçên futbolê de wê versiyona fransizi, holandî û almanî bên xwendin.
Mijareke din a vê bültene jî derbarê zimanê kreolê de ye. Li gorî nûçeya InfoWelatê, “Martinique statuya fermî da zimanê kreol”.
Her weha nûçeya bi ser navê “Awistralya referanduma aborîcînan li dar dixe” û “Fînland dixwaze alandê mîlîtarîze bike” hatine weşandin yên din in.
Ji bo tevahiya bultenê, bitikîne
(FD)