COVID-19
Hejmara nexweşan di hefteyekê de du qat zêde bûye
Li gorî daneyên heftane yên Wezareta Tenduristiyê, di navbera 27ê Hezîran û 3ê Tîrmehê de testa 57 hezar û 113 kesan pozîtîf derketiye. Hejmara nexweşan hefteya borî 26 hezar 635 bûye.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên heftane yên Wezareta Tenduristiyê yên Covîd-19ê, di navbera 27ê Hezîran û 3ê Tîrmehê de testa 57 hezar û 113 kesan pozîtîf derketiye û 25 kes jî mirine.
Li gor tabloyê hejmara kesên ku baş bûne derketiye 30 hezar û 478an. Di hefteya borî de hejmara pêketiyan 26 hezar û 635 bûye.
Bi tevahî 147 milyon û 839 hezar û 557 doz derzî hatine kirin
Ji 11ê Adara 2020an û vir ve ku yekemîn haleta Kovîd-19ê li Tirkiyeyê hatibû tespîtkirin hejmara pêketiyan derketiye 15 milyon û 180 hezar û 444an û 99 hezar û 57 kes jî pê mirine.
Hejmara derziyên ku heta îro hatine kirin, gihîştiye 147 milyon û 839 hezar û 557 dozan.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.