Dadgeha Destûra Bingehîn îstatîstîkên serîlêdana takekesî yên ji 23ê Îlona 2012an de ku mafê serîlêdana takekesî dest pê kiribû, heta 31ê Kanûna 2023an li ser malpera xwe weşand.
Li gorî daneyên Dadgeha Destûra Bingehîn; Di 11 salan de 579 hezar û 754 kesan serlêdanên takekesî kirine. Ji bo 484 hezar û 711 serlêdanan biryar hat girtin. Hejmara dosyayên ku li bendêne biryar ji bo wan were dayîn 95 hezar û 43 e.
Ji dosyayên ku heta îro hatine encamdan, 395 hezar û 309 ji wan biryara "nepejirandinê", 72 hezar û 560 ji wan wekî "herî kêm mafekî hatiye binpêkirin", 13 hezar û 498 ji wan jî biryara "nepejirandina îdarî" hat dayîn. Her weha ji bo 1333 dosyayan jî biryara 'tu maf nehatiye binpêkirin' hat dayîn.
Ji bo 2 hezar û 11 dosyayan jî biryarên wekî 'demborî, girtina dosyayê, redkirina serlêdanê' hatin girtin.
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryarên xwe de bi giştî 73 hezar û 700 binpêkirinên mafan tespît kir. Hejmara serlêdanên derbarê mafê darizandina adil de 4 hezar û 240, mafê milkiyetê 4 hezar û 238, azadiya derbirînê 4 hezar û 131, mafê organîzekirina civîn û xwepêşandanan 1403, mafê parastina jiyana taybet û malbatî 1266 e , Qedexekirina muameleya xerab 590, Azadiya Kesane û Ewlehiya Mafên Jiyanê 305, Mafê Jiyanê 227, Qedexeya Cudakarîyê 140 bû.
Di sala 2023an de hejmara serlêdanên ku bi îdîaya mafê darizandina wan hatiye binpêkirin 49 hezar derbas kiriye. Di 11 salan de bi giştî hejmara serlêdanan bû 143 hezar û 696. Ji serlêdanan ji bo 139 hezar û 12 kesan biryar hatin girtin.
(RT/AY)