Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh saet 03:36an de li herêma Accumoliyê ku 140 km dûrî paytexta Îtalya Romayê ye bi tundiya 6.0 erdhej pêk hatibû. Lêgerîn û xebatên ji bo xelaskirina kesên di bin enkazân de berdewam dikin.
Li gorî nûçeya AAyê di daxuyaniya Dezgeha Parastina Sivîl a Îtalyayê da hat destnîşankirin ku hejmara qurbaniyên erdhejê derket 247an û tirs heye ku ev hejmar zêde be.
Li devera erdhejê gelek kes bêxanî man û gelek kes jî ji ber tirsa lerzê naçin malên xwe. Li vir ekîbên parastina sivîl ji bo van kesan konbajar saz kirin.
Hat gotin Arquata del Tronto ku yek ji wan deveran ne ku di erdhejê da lê gelek xesar çêbû, bi tenê li vir û derûdora wê hezar û 500 kes bê star man.
Serokwezîr Matteo Renzi duh êvarê li herêma erdhejê geriya, xebatên lêgerîn û xelaskirinê şopand û destnîşan kir ku ewê seba deverên ku erdhej lê çêbû, rewşa derasayî îlan bikin.
Wezîrê Karên Navxweyî Angelino Alfano jî got ku di xebatên lêgerîn û xelaskirinê da tevî leşkeran hezar û 450 kes peywirê tînin cih.
(EA/YO)