Fotograf: AA Arşîv
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê, derbarê hejmara girtiyan de îstatîstîn nû weşandin.
Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Girtîgehan de ji ber van daneyan, rewşa dawî ya li girtîgehan berhev kir.
Li gorî daxuyaniyê, li seranserê Tirkiyeyê 278 girtîgehên sergirtî, 93 girtîgehên servekirî, 4 perwerdexaneyên zarokan, 11 girtîgehên sergirtî yên jinan, 8 girtîgehên servekirî yên jinan, 9 girtîgehên sergirtî yên jinan, li ser hev di 403 girtîgehan de 270 hezar û 607 girtî hene. Li van hemû girtîehan cih ji 293 hezar û 473 girtiyan re hene.
Ji van 56 hezar û 826 girtî li girtîgehên servekirî, 213 hezar û 781 girtî jî li yên sergirtî tên ragirtin.
38 hezar û 391 ji wan hîna hikûm li wan nehatiye birîn.
232 hezar û 216 girtî hikûmxwar in, 38 hezar û 391 yek jê jî hîna hikûm li wan nehatiye birîn.
200 girtî LGBTI+, 15 hezar û 8 jê biyanî, 58 jê kêmendan, hezar û 453 jî girtiyên bi cezayê girtîgehê yê miebeta girankirî hatine cezakirin.
39 hezar û 519 jê xwendekar in
Temenên 6 hezar û 223 girtiyan li jor 65an e.
Hejmara girtiyên ku li girtîgehan perwerdeya xwe dewam dikin 39 hezar û 519 e.
383 zarok tevî dayikên xwe li girtîgehan dimînin
Li Girtîgehan 83 jê keç, 2 hezar û 157 zarok hene ku temenên wan di jêr 18yan de ne. Tevî 10 hezar û 899 girtiyên jin 383 zarok li gel dayikên xwe dimînin.
Wezaretê her weha diyar kir ku heqê xwarina girtiyên ne nexweş in rojane 50 TL, zarokên temenên wan di navbera 0 û 6an de jî 75 TL ye.
Di sala 2022yan de 101 girtî mirine
Hejmara girtiyên li girtîgehan mirine di sala 2019an de 107, di sala 2020an de 95, di sala 2021an de 128, di sala 2022yan de jî 101 e. (AS/FD)