Hejmara duyem a bultena Infowelatê ya meha Nîsana 2023yan derketiye. Bulten mehane tê weşandin.
Di vê hejmarê de nivîsên derbarê konfederalîzm, federalizm, polîtîkayên ziman ên li Ewropayê mijarên têkildarî kurdan hene.
Infowelatê mijara bi ser navê “Konfederalîzm ji Belçîkayê re nabe” hatiye amadekirin, weke mijara sereke weşandiye ku Necat Ayazî nivîsiye.
Her weha Necat Ayazî nivîseke din jî bi sernavê “Fransa statuya Kaledonyayê nû müzakere dike” nivîsiye.
Fatoş Demîrtaşê bi sernavê “Federalîzma Swîsreyê û demokrasiya direkt”, A.Rahman Çelîkê bi sernavê “Referandûma Awustralyayê ya li ser Aborîcînan”, Luqman Guldivê jî bi sernavê “Siyasetên ziman ên aktorên kur dli Almanyayê” nivîsiye.
Edîtoriya Infowelatê jî çendîn nivîs û nûçe nivîsandine ku “Raperîna 1991ê û Kurdistana Otonom” yek ji wan e.
Ji bo bultenê, bitikîne
(FD)