Hejmara çarem a kovara Folklora Me hatiye çapkirin. Di vê hejmarê de berhevkarîyên ji beşên cuda yên folklorê û binbeşên wan, gotarên curbicur, xaçepirsa folklorê, ferhengoka peyvan û hevpeyvîn hatine amadekirin û weşandin.
Kovarê di vê hejmarê de cih daye “Lorîyên Qelqelîyê” ku Mehmet Yildirimçakarî berhev kirine. Ahmet Seyarî berê xwe daye destanên kurdî û ew li ser rol û karîgerîya jinan a di destanên kurdî yên epîk da, hûr bûye. Cemîl Şêlazî, di gotara xwe ya bi herfên aramî da, li ser bikaranîna nifiran di heyranokan da sekiniye. Mem Mukrîyanî qala gîyayan dike. “Aykê”ya mirovxur, “Xecê”ya ku ji ber karî bûye wekî pîrikekî, jinbava zalim, pepûk, mêvanê fama û sê birayên kose; hin leheng û tîpên hejmara çarem in.
Di vê hejmarê da hin berhevkarên ciwan hene ku mirov çav li xebatên wan dike: Elîf Gun, Simko Sonmez, Helbest Çetîn, Hîkmet Yildiz û Vîldan Sevîm.
Weqfa Mezopotamyayê kovara Folklora Me amade dike û çap dike. Kovar her ji sê mehan carekê tê weşandin ku hejmara çaran ya meha Kanûna Pêşîn, Kanûna Paşîn û Sibatê ye. (FD)