Hejmara Adar, Nîsan û Gulanê ya kovara “Folklora Me”yê çap bû. Di hejmara 9an a kovarê de dîsa nivîsên ji beşên curbicur yên folklorê hene.
Hin nivîsên ku di vê hejmarê da hatine weşandin ev in: “Li gor teorîya etnosembolîzmê Destana Kawayê Hesinkar”, “Bawerîyên gelêrî yên Agirîyê”, “Mamikên Berîya Mêrdînê”, “Lihevanînokek ji Geverê”, “Kilama Şerê Sêkanîya”, “Efsaneya Mem Şivanê Mîrê Mirazan”.
Herweha Kurdjan Sorî, Hikmet Yildiz, Jîyan Ozkan û Vîldan Sevîmê ji herêmên xwe xeberoşkên balkêş berhev kirine û Cemîl Şêlazî, jînnameya lêkoler û berhevkar Hecî Ce’ferî amade kirîye. Mehpûs Serhedîyî behisa hekîmîya gelêrî ya herêma Qerejdaxê kiriye.
Ligel van nivîsan Oktay Altûnî xaçepirsa folklorê amade kirîye. Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê çap dibe. (FD)