Hejmara 7an a kovara Folklora Me derketiye. Di vê hejmara nû de dîsa ji gelek deveran berhemên berhevkariyê yên folklorîk hatine weşandin.
Di hejmara 7an de nivîsa Fatma Şahînê ya bi navê “Ferhenga tematik ya hasil û mitbexê (Bajarê Agiriyê), ya Eşref Keydaniyî ya bi navê “Du hikayet ji Herêma Garisanê”, “Hin gotinên pêşiyên ji Anatoliya Navîn” ya Beroj Mukriyaniyî, “Rista pîrik û makê di lîstikên zarokan da (Hekêma Siloyayê) ya Egîdê Fêroyî hatine weşandin. Hêmin Omar Ahmadî, dîsa berê xwe daye arşîva folklornasê kurd Ebdulreqîb Yûsifî û du meselokên Cizîra Botanê neqil kirine. Ayela Zartoyê ji nava gîyayên herêma xwe qala Zûzaqê kirîye û wê nivîsa xwe bi agahîyên ji devê niştecihên herêmê û palpiştên zanistî kemilandîye.
Hîkmet Yildiz, Aydin Batur, Kurdjan Sorî û Elîf Gunê çîrokên herêmên xwe nivîsandine. Herweha Mahîr Ugurî jî varyanteka “Çîroka Papûkê” nivîsandiye. Mehmet Yildirimçakarî jî li Herêma Qelqelîyê li ser cureyekî taybet yê edebîyata gelêrî ya kurdan berhevkarîyek pêşkeş kirîye. Surya Human û Vîldan Sevîmê du çîrokên li ser rovîyî berhev kirine û her yek ji wan bi zaravayekî kurdî ye.
Hin nivîsên ku di hejmarên berê de destpêkirine di vê hejmarê de jî dewam kirine hene. Nivîsa “Biwêjên gundê Çîçikayê-2” ya Bêrîvan Matyarê yek ji wan nivîsan e. Nivîsa din jî “Ferhengoka Agirîyê-3” ye ku ji Keklîkî nivîsandiye. (FD)