Hejmara 5an a Kovara Kubarê derketiye
Hejmara 5an a Kubarê, kovara moda û makyajê derketiye. Di berga kovarê de Leila Lois, balerîna kurd heye.
.jpg)
Kovara Kubarê hejmara xwe ya pêncan weşandiye.
Di hejmara nû da, li ser berga kovarê hevpeyvîna bi Leila Lois, balerîna kurd re heye. Loisê di vê hevpeyvînê de behsa jiyana xwe û karên xwe yên hunerî kiriye.
Kovarê di nava rûpelên xwe de hevpeyvîneke din jî weşandiye. Ev heypevyîn bi model Xira Raeyê re hatiye kirin.
Weke hejmarên din di vê hejmarê de jî kovarê pêşnîyazên bedewî û trendên dawî yên jin û mêran kirine, mijara dilsariya zayendî, tenduristiya diranan û kovara binavûdeng Vogue jî di naverokê de bi cîh girtine.
Kovar bi awayekî dijîtal çap dibe û bi rêya vê lînkê hûn dikarin bidest bixin.
https://kovarakubar.com/2021/06/04/hejmara-pencan-ya-kubare/
(FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.