Kovara Bar Helbestê bi temamî ji helbest, nivîs, rexne û teoriyên derheqê helbestê ve pêk hatiye. Armanca kovarê ew e ku ew kovareke bi temamî derheqê helbestê de çap bikin û ji bo helbesta kurdî arşîvekî pêk bînin.
Di berga kovarê de hevpeyvîna bi şair Mueyed Teyib re cih digre, ku wêneyê bergê ji aliyê rojnameger û wênekêş Murad Bayram ve hatiye girtin.
Xwedî û Berpirsê Nivîsên Kovara Bar Helbestê Serhat Nabatoğlu, edîtor û Lijneya Weşanê jî ji navên wek; Yehya Omerî, Simeya Işıkoğlu, Emerîkê Sidîqayê, Miradê Miradan, Welat Ramînazad, Rêbîn Mihemed, Îbrahîm Şadman Mêsrkanlû pêk tên.
Naveroka kovarê weha ye; çend werger ji helbestên Cesare PAVESE, Langston HUGHES, James FENTON, Ralph Waldo EMERSON, Alan DOJEH.
Her weha hin nivîs û helbestên din bi rengî ne:
Balinde-Befir Beyan EZÎZÎ, Lêkolînek Li Ser Helbesta Serbest A Kurdî Yehya OMERÎ, Şemamok Roştam BERFANBAR, Helbesta Lîrîk Miradê MIRADAN, Lîrîka Berbangê Mewlûd OGUZ, Oxira Şeva Qefilî Emerîkê SIDÎQAYÊ, Li Dijî Teslîmbûna Mem û Zînê Serhildêriya Abdulla Peşêw Welat RAMÎNAZAD, Guldexwîn Leyla Mexso BERAZÎ, Şeş Haîkû Sidîq GORÎCAN, Hinek Mijûlî Li Ser Beytikên Nifiran
Simeya IŞIKOĞLU, Dûrê Deryayan Pêl Hene Merve ŞIVAN, Şînek Bo Manê Şehmus KURT, Sifreya Post- Modernîsmê Bedran ŞAŞ, Zeman Hêvî XEBAR.(AY)