Hejmara 5an a kovara “Folklora me” derketiye. Kovarê vê hejamarê sala xwe ya yekê qedandiye.
“Folklora me” di vê hejmarê de “bihar” kiriye mijara xwe ya esasî. Di nivîsa edîtoriyê de behsa girîngiya demsala biharê û girîngiya wê ji bo civaka kurdan hatiye kirin.
Di vê hejmarê de dîsa lêkolîn û nirxandinên derbarê folklora kurdan de hatine weşandin.
Zeynep Yaşê di vê hejmarê de behsa “Havênê penîrê koçerî û penîrê çalê” kiriye. Mehmet Yildirimçakarî beşa duyem a nivîsa xwe ya “Loriyên Qelqeliyê” nivîsandiye. Yûsif Hêşetiyî “Werzên Salê, Mahîr Ûgurî “Nifirên Devera Meletiyê”, Kurdjan Soriyî “Padîşah û wezîr”, Elîf Gunduzê “Nanê bine agir”, Mehpûs Serhediyî beşa yekem a “Mamikên Qerejdaxê”, Hikmet Yildizî “Xaçepirsa folklorê” û çendîn nivîskarên din bi nivîsên curbecur di nava rûpelên kovarê de cih ji xwe re dîtine.
Weqfa Mezopotamyayê kovara Folklora Me amade dike û çap dike. Kovar her ji sê mehan carekê tê weşandin ku hejmara pêncan ya Adar, Nîsan û Gulanê ye. (FD)