Hejmara 4an a Bultena InfoWelatê derketiye.
4an a Bultena InfoWelatê de hevpeyvîna Samî Hêzilî bi Elin Anna Labbayê re kiriye ya derbarê Welatê Sápmiyê de pe, balê dikişine.
Sápmi, welatê gelê Sámiyan e û di navbera Swêd, Norwêc, Fînland û Rûsyayê de bi par ve bûye. Samî Hêzilî pirsiye û nivîskar û rojnamegera sámiyî Elin Anna Labbayê bersivandiye.
Di vê hejmarê de her weha nûçe û nivîs derbarê Korsîka, Greenland, Marok, Bask û çendîn deverên din ên cîhanê de hene ku mijarên wan têkoşîn û xebatên wan ên otonomiyê, serxwebûniyê û mafên bikaranîna zimanê dayikê ne. (FD)