Hejmara 3yem a bultena Infowelatê derketiye. Mijara sereke di vê hejmarê de salvegera “Berxwedana Katolîkan” a li Îrlandaya Bakur e.
Malpera Infowelat ji Adara 2023yan û vir ve mehê carekê bultenekê diweşîne.
Di vê hejmarê de mijarên bi otonomî, serxwebûn û mafên ziman ve girêdayî, yên li seranserê cîhanê hatine berhevkirin.
Necat Ayazî bi sernavê “Li Welatê Baskê Şoreşa Ziman”, “Salvegera Peymana Aştiyê ya Îrlandaya Bakur” û “Valencia Doxwaza Otonomiyeke Berfireh Kir” sê nivîs nivîsandine.
A. Rahman Çelîkî bi sernavê “Katalan Modela Referandûma Quebecê Nîqaş Dikin”, Fatoş Demîrtaşê jî bi sernavê “Îtalya ji Swîsreyê Penaberan Qebûl Nake” nivîsandiye.
Ji bilî van nivîsan, hevpeyvîna ku Bêrîvan Kayiyê ji bo bianet kurdiyê bi Kawa Nemirî re li ser Ulysessa kurdî kiriye, di bultenê de hatiye weşandin. (FD)