Kovara Dilopê ya ku bi tirkî û kurdî weşanê dike, bi hejmara xwe ya 37em a Rêbendan-Reşemiyê derket. Kovar du mehan carê tê weşandin.
Mijara dosyeyê
Di vê hejmarê de mijar “Hevkêşeya Suriyeyê û nîqaşa çareseriyê” ye. Mesut Yeğen, Recep Maraşlı, Faik Bulut, Sinan Çiftyürek û Erdoğan Aydın li ser rewşa Suriyeyê û pêvajoya aştiyê nivîsandine. Nivîskar li ser cudahî û nakokîyên hêzên Suriyeyê û nîqaşên pêvajoyê yên ji meha kewçêrê ve dest pê kirine rawestiyane.
Hevpeyvîn û lêkolîn
Rojhat Turgut bi Îlhan Sami Çomak re hevpeyvînek kiriye, şair Çomak sih salan li girtîgehê mabû. Hevpeyvîna din jî bi kurdî ji alîyê Rêzan Diljen ve di 50emîn salvegera nivîskariya Berken Bereh de bi wî re hatiye kirin.
Çand û huner
Mehmet Orhan li ser pêşengeha “Demxeya Tilî” ya li Mêrdînê nivîsandiye. Berîvan Matyarê bi kurdî li ser çand û dîroka kurdan ya li Êrîvanê raçaviyên xwe nivîsandine. Buse Vurdu jî li ser bandora şerî ya li ser lêkolînên arkeolojîk û mîrateya çandî rawestiyaye.
Nivîskarên vê hejmarê
Di hejmara yekem a 2025an de Sezai Sarıoğlu û Yıldız Çakar bi nivîsên xwe yên li ser sala nû cih girtine. Herwiha Fewzî Bilge, Selamî Esen, Zafer Yörük, Kemal Înal, Ömer Dılsoz, Dr. Eskerê Boyîk, Berken Bereh, Uygur Orhan, Qedrî Êlxo û Mehmet Ufuk Gültekin jî bi nivîs û helbestên xwe beşdar bûne.