Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan di 22yê Adarê de 7 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê li Kampûsa zanîngehê desteser kiribûn, xwendekarên desteserkirî serbest bûn. Pênc xwendekarên li mal û warên xwendekaran hatîn desteserkirin hêj desteserkirî ne.
Çi bûbû?
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin.
Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) “êrîşa li maseyê liquman” protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye.
Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye “êrîşa li standê nayê qebûlkirin.”
Di 22yê Adarê de polîsan bi ser mala xwendekarên şernexwaz de girtine û ew desteser kirine. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku “xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe.”
Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine.(EU/BK/MB)