Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji ber lêpirsîna Kobaniyê hatine desteserkirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ji xwarinê bi jehrê ketine, biryar dane ku xwarin xwarinê boykot bikin.
Piştî dema desteserkirina siyasetmedaran 4 rojan hate dirêjkirin parlamenterên HDPyê duh li ber avahiya emniyetê derbarê rewşa desteserkiriyan de daxuyaniyek dane.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Necdet Îpekyuk, parlamenterê HDPyê yê Êlihê gotiye, “Hevalên me li cihê desteserkirinê di mijara xwarinê de, di mijara standartên jiyanê re rastî hiqûqeke dijminatiyê tên. Heta îşkence û pêkanînên xirab li wan tên kirin.”
Bulbul: Kesên biryaran didin sûcdar in
Kemal Bulbul, Parlamenterê HDPyê yê Antalyayê jî diyar kiriye ku dirêjkirina dema desteserkirinê dijhiqûqî ye û wiha dewam kiriye: “Desteserkirin veguhestiye îşkenceyê. Siyasetmedar, saziya darazê û dozgerê ku ev biryar dane sûcdar in.”
Togrûl: Veguhestiye îşkenceyê
“Sirri Sureyya, hevalê me yê niha li hindir girtî ye û Efkan Ala di têkiliyê de bûn û ji bo bûyer bisekinin bi hev re kar dikirin. Em vê miameleya li hevalên xwe qebûl nakin. 20 kes desteserkirî ne û parêzer yek bi yek diçin hundir. Ev rewş veguhestiye îşkenceyê.” (TP/FD)