Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gulustan Kiliç-Koçyiğit, Parlamentera Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyaznameyek pêşkêşî Meclîsê kiriye û xwestiye ku Komîsyoneke Lêkolînê ji bo bûyera Qetlîama Wartinîsê ava bike.
3yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan li Gundê Wartinîsê yê navçeya Têliyê ya Mûşê leşkeran agir bi xaniyî xistibû û 9 gundiyan can dabûn. Kiliç-Koçyigitê di pêşniyaznameya xwe de bal kişandiye ser polîtîkaya bêcezatiyê ya di dosyaya Wartinîsê de pêk tê û gotiye bila Meclî bi wezîfe û berpirsiyariya xwe rabe.
Parlamentera HDPyê diyar kiriye ku Doza Qetlîama Wartinîsê yek ji mînakên binpêkirinên mafên jiyanî nîşan dide û ji bo bêhiqûqî, mexdûriyet û ziyanên ji ber bêcezatiya derketine holê lêkolîn bibin û tedbîr li gorî mafên mirovan diyar bên standin, li gorî xalên 104 û 105an ên Rêziknameya Navxweyî ya Meclîsê, Komîsyonê Lêkolînê Meclîs di nava xwe de ava bike.
Bixwîne - Parêzeran ji bo Qetlîama Wartinîsê serî li Dadgeha Destûrî daye
Çi bûbû?
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê Qetlîama Wartinîsê de aşkere kiribû. Dadgehê gotibû ku Bulunt Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê wê demê, berpirsiyarê qetlîamê ye.
Li gorî nûçeya Ersan Atarî ya di Kisa Dalgayê de weşiyaye, Dadgeha Bilind gotibû, “Serpel Karaoglûyî fermana şewitandina gund daye” û biryara beraetê ya dadgehê ji bo wî dabû, qebûl nekiribû. Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ji bo sê leşkerên payebilind ên bersûc hatibû dayîn, qebûl kiribû.
Kadîr Karaçelîk, parêzerê malbata Wartinîsî û Serokê Baroya Mûşê ji bianetê re gotibû ku “Bersûcê ku ji ber şewitandin û kuştina 9 kesan sûcdar hatiye dîtin nehatiye girtin, lê bi kontrola edlî ya qedexeya derketina ji derveyî welat serbest bûye, ev rewşeke trajîkomîk e. Di roja me de ji ber sûcên gelekî sivik biryara girtinê didin, lê di bûyereke wiha giran de biryara girtinê nîne.”
Karaçelîkî her weha diyar kiribû ku “Ger di dosyayê de heta 3yê Çiriya Pêşiyê ya 2023yê biryar neyê dayîn xetere heye dema wê ya yasayî bidawî bibe. Bi vê helwesta darazê ne mimkun e bigihêje. Dadgeha qonaxa yekem di 1ê Adara 2016ê de biryar dabû, dosya 5 salan li Dadgeha Bilind hiştin, di sala pêncan de biryar dan. Dikarîbûn dem baştir bikar bianîna.”
Li gorî biryara Dadgeha Bilind wê dadgehkirin di 21ê Îlona 2021ê de were kirin.
Karaçelîkî derbarê vê biryarê de jî wiha got: “Em wisa difikirin ku di vê de jî helwesteke kêfî û ne li gorî berpirsiyariyê nîşan didin. Kêmasiyên weke teblîgatan dikaribûn di mehekê de temam bikin lê çima dîroka danişînê ewqas dereng nîşan dan? Me hemû halên pratîka bêcezatiyê di qonaxa jêpirsîn û peyketinê de dîtin, em hîna jî dibinin.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.
Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.
Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karaoglûyî de qebûl nekiriye. (BK/EMK/FD)