Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û ji bo di doza girtinê de parastinê bike xwestiye hinekî din demê bide wan.
Komîsyona Hiqûqê ya HDPyê di 11ê Tebaxê de serî li Dadgeha Destûrî daye û hete Dadgeh bersiveke erênî bide, dema parastinê ji bo HDPyê wê bibe 90 roj.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îdianameya duyem a ji bo girtina HDPyê hatibû amadekirin, di 7ê Hezîranê de şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgehê di 21ê Hezîranê de lêkolîna xwe ya yekem kiribû û îdianame qebûl kiribû. Dadgehê 70 klasorên din û 8 flash kart şandibû HDPyê û jê xwestibû ku di 60 rojan de paraznameya xwe amade bike.
Heke Dadgeha Destûra Bingehîn vê daxwaza HDPyê qebûl neke, wê HDP paraznameya xwe ya yekem di 7ê Îlonê de pêşkêş bike. Îdianameya duyem 843 rûpel e û tê xwestin ku biryara qedexeya siyasî ji bo 451 kesan were dayîn. (DŞ/FD)