Fotograf: HDP
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dema pêş stratejiya partiya xwe ya nû aşkere kirine. Bûldan û Sancarî ji bo bernameyê aşkere bikin li avahiya HDPya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistine.
Parlamenterên HDPyê Sarûhan Oluç, Alîcan Onlu, Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû, Oya Ersoy û Hevserokên HDPya Stenbolê Elîf Bûlut û Erdal Avci jî beşdarî civînê bûne.
Di beşeke bernameyê de hatiye gotin ku “Sedema krîzê ew e ku berhemên madî û manewî ku ji aliyê civakê ve hatine afirandin ji bo hewcedariyên civakê nayên xerckirin û her wiha hemû tiştî pêşkeşî komeke biçûk ku çavê wan ji têr nabe, dikin. Hebûnên cemaweriyê ku bi bacên me hatine avakirin di bin navê ‘tedbîrên krîzê’ de pêşkeşî xwedanên sermayeyan dikin û em vê yekê qebûl nakin. Ger pêşî li nelirêtî û îsrafan were girtin û em ji pergala talanê rizgar bibin wê demê dê krîz bi dawî bibe. Ev dê hêviyên gelên me û herêmê mezintir bike û ji bo hemû mirovahiyê bibe mînak.”
Beşek ji belgenameya HDPyê wiha ye:
“Banga me ji bo her kesî ye…
“Piştî ewqas xirabiyên bi serê me hatine, werin em bi hev re dîroka başiyê binivîsin. Ji bo civakeke demokratîk ku em xwe bi xwe bi rê ve bibin, werin em di têkoşîna heq, hiqûq, edalet, demokrasî û azadiyê de bibin yek.
“Avakirina jiyaneke nû pêkan e. Ji nifşên berê heta niha bi xebat û hewldanên xwe, me derfetên mezin ku berhem û milkên me yên hevpar in, ava kirin. Em dikarin pêşî li vê dewlemendiya ku di destê çend heramxweran de dibe çavkaniya xizaniya me, bigirin. Em dikarin tevneke civakî ya ku li ser bingeha kesayetên wekhev û azad û pêkhateyên azad bilind dibe, biafirînin.
“HDP li dijî êrîşên rejîmê, bi awayeke biryardarî di xeta siyaseta demokratîk de israr kiriye û di vê sekna xwe de bi qasî misqalê şaş nebûye. Di demeke ku pêdiviya gelên me mîna av û nan ji demokrasî, azadî û edaletê re heye de bûye ziman û zanebûna vê rastiyê. Armanca vê seknê ew e ku tifaqa hemû hêzên demokratîk a her ku diçe berfireh dibe, bi nirxên demokratîk û azadîxwaz ve bike yek. Ev sekn di heman demê de zext û zordarî çiqas zêde jî bibin, jênevegera xwe gihandina vê armancê di xwe de dihewîne.
“Gelên me teslîmî zext û zordariya desthilatdariya Qesrê nebûn û bi vê sekna xwe re jî ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bingeheke xurt ava kirin. Partiya Demokratîk a Gelan hemû hêza xwe ji vê sekna xurt a gelan, ji têkoşîn û hêviya wan a pêşeroja digire. Erka siyasetê ew e ku ji bo ev hêvî veguherin rastiyê rê li ber wan veke û ji bo ku meşa azadî, demokrasî, edalet û xweşguzariyê ser bikeve jî jê re xizmet bike. “Partiya Demokratîk a Gelan bi israr e ku li gel hêzên muxalîf ên civakî û demokratîk, meşa xwe ya ber bi armanca xwe ve bidomîne."
HDPyê her weha 9 xal jî aşkere kirine
1-Bi hev re ji bo maf û hiqûq û edaletê: Mafê lêgerîna azadî, wekhev û darizandina bi adilane ya girêdayî edalet û rêgezên hiqûqî ya gerdûnî, serdestiya hiqûqî û demokrasî û mafê mirovan a li ser bingeha daraza bêalîgir û serbixwe,
Ji xeynî azadî û mafên bingehîn ku tê gotin divê îhlalkirina belgeyên mafên mirovan a navneteweyî yên wekî mafê zarokan, mafê jinan, mafê karkeran, mafê penaberan, mafê aştiyê, mafê ekolojiyê û hwd. bê dawîkirin, divê dûreperêziyên hene bên rakirin û ev metn bikeve bin parastina statûya makeqanûne;
2 - Bi hev re ji bo makeqanûneke demokratîk: Ji bo parastin û xurtkirina hevgirtina civakî ya li ser bingeha wekhev û azadiya hemwelatîtiyê; Makeqanûneke demokratîk ku hemû hemwelatiyan di nav xwe de dihewîne, xwe dispêre maf û azadiyan, li hemberî çand, bawerî û neteweyên cuda bi rêzdar divê dewlet li hemberî hemû baweriyan xwedî heman seknê be û divê azadiya bawerî, ol û mezhebî ya hemwelatiyan bigire bin ewlehiyê;
3 - Bi hev re ji bo demokrasiyê: Rêveberiyeke navendî ku hêza hevsengiya wê hatiye çêkirin; Divê înşakirina komereke civakî û demokratîk ku li ser hişmendiya rêveberiya xweser, tevliker û demokratîk a xwe dispêre pergala parlamentoyeke demokratîk, azadîxwaz û piralî;
4 - Bi hev re çareseriyek demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd: Bi gelê kurd re naskirina maf û hebûna hemû çand û nasnameyên cuda yên hatine tunehesibandin, nêzîkatiyeke ku di çareserkirina dozan Kurdan de rêyên demokratîk û aştîxwaz esas digire, lihevkirineke civakî ku pirsgirêkan bi rêya diyalog û muzakerayan çareser dike divê.
5 - Bi hev re ji bo rawestandina şer: Polîtîkayeke aştiyane ya derve ya di têkiliyên navneteweyî de aştiyê esas digire, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî ya bi rêya aştî û heqaniyetê di nav dewletan de dîplomasî û muzakeranyan li pêş çavan digire û hemû mudaxeleyên leşkerî, şer û pevçûnan bi dawî dike divê;
6 - Bi hev re ji bo kar û nan: Bi astengkirina fatûreya qeyrana aborî li ser pişta kedkaran, bi polîtîkayên ku li hember bêkarî û xizaniyê bi awayekî bi bandor têbikoşe û tedbîrên civakî pêşbixe, hemû pêdiviyên civakî û aborî yên hemwelatiyan hilde bin ewlehiya cemaweriyê, polîtîkayeke aboriyê ya ku kar, talan û berjewendiyan esas digire na, xweza û mirovan esas digire;
7- Bi hev re ji bo jinan: Ji bo bi dawîkirina her cure zext û zordarî û cudakariya li hember jinên dema ku ji bo xwe ji çembera bêewle ya civakî, siyasî û aborî rizgar bikin têdikoşin rast tên vesazên qanûnî; tedbîrên ji bo pêkanîna rêgezên wekhevî û azadiya jinan;
8 - Bi hev re ji bo ciwanan: Feraseteke perwerdeyê ya ku pêşiyê li ciwanan veke, ji bo ku ciwan der barê dahata xwe de bi awayekî azad biryar bidin; dîsa feraseteke ku di her astê de xwendevan û malbatên wan kirde dibîne, feraseteke ku lêpirsîn, lêkolîn û lêgerînê esas digire û perwerdeyeke zanistî, azad, afirîner û bi zimanê dayikê diparêze; vesazên kanûnî û îdarî yên ji bo ku ciwan di mijarên perwerde, kar, çand û civakî de bikaribin biryar bidin û bibin xwedî erk; li gor vê ferasetê zaningehên xweser;
9 - Bi hev re ji bo xweza û jiyanê: Ji bo jiyaneke demokratîk-ekolojîk bi dest bixin divê xweza û qadên jiyana biyan ji talana pergala kapîtalîst bên parastin. Avakirina pêşerojeke ekolojîk û demokratîk di bingeha hemû planên civakî û aboriyê de bên bicihkirin û ji bo vê arasteya civakî-polîtîk divê. (FD)